Mesrûr Barzanî: Em bi hemû awayî pistgiriya cotkarên Kurdistanê dikin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 11ê Hezîranê serdana Berdereşê kir û bi hejmarek cotkarên ku petatan diçînin re civiya.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê cotkarên deverê piştrast kir û got, “Em bi hemû şêweyan piştgiriya cotkarên Herêma Kurdistanê dikin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, destxweşî li cotkaran kir û dilxweşiya xwe ji bo pêşveçûna berhemanîna navxwe nîşan da.
Mesrûr Barzanî, destnîşan kir ku ew bi hemû şêweyan piştevaniya cotkaran dikin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo zêdetir pêşdebirina sektora çandiniyê karê xwe berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin