Mesrûr Barzanî: “Divê rêz li mafên pêkhateyan bê girtin û hilbijartin adilane be”
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li payîtexta Herêma Kurdistanê li Erbîlê nûnera taybet ya Neteweyên Yekgitî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert qebûl kir.
Li gor ragihandina serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê; Barzanî ragihandiye ku ji bo pêvajoya hilbijartinê adilane û xweş bimeşe, rola civaka navdewletî gelek girînge. Barzanî her weha di hevdîtinê de gotiye ku divê di hilbijartinan de îhlala destûrê nebe, li gor qaîdeyên destûrê bimeşe, mudaxele nêkirin, ji hesabên taybet dûr be, di rewşekî hûqûqî de bêkirin û desteka xwe ji bo hilbijartinekî weha ragihandiye.
Barzanî, ji nûnera taybet ya NY re gotiye ku divê ji stastuya qanûnî ya Herêma Kurdistanê rêz bigrin, rêz li mafên pêkhateyên Kurdistanê yên etnîkî û olî bigrin.
Di hevdîtinê de her dû teref bûne hemfikir ku pêvajoya demokratîk ya Herêma Kurdistanê bê parastin, divê pirsgirêkên hilbijartinê ji holê rabin û bên çareserkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin