Rûsya: Divê mafên Kurdan li Sûriyê bên parastin

07 February 2025 10:24 0 dîtin
Rûsya: Divê mafên Kurdan li Sûriyê bên parastin

PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova diyar kir ku divê di Sûriyeya nû de mafên hemû civakan, di serî de Kurdan, bên parastin.

Berdevk Mariya Zaxarova di daxuyaniyeke çapemeniyê de diyar kir ku ew alîgir in ku Sûriye pêşeroja xwe bi destê xwe diyar bike, lê divê di serdema nû ya Sûriyeyê de mafên hemû civakan li ber çavan bê girtin.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê got ku divê mafên Kurdan û hemû pêkhateyên din ji aliyê hikûmeta nû ya Sûriyê ve bên parastin û giring e aliyên siyasî rêzê li prensîbên bingehîn ên yekparçeyiya xaka Sûriyê û serweriya Sûriyê bigirin.

Sibeha roja Yekşemê 8ê Kanûna 2024ê, hêzên opozîsyona Sûriyê derbasî Şama paytext bûn û rejîma Sûriyê ya bi serokatiya Beşar Esed hilweşandin û desthilata Partiya Beis bidawî hat.