Lavrentyev: Divê mafên Kurdan di destûra Sûriyê de hebe

03 August 2019 00:52 0 dîtin
Lavrentyev: Divê mafên Kurdan di destûra Sûriyê de hebe

PeyamaKurd- Temsîlkarê serokê dewleta Rûsyayê yê bo Sûriyê Aleksandr Lavrentyev ragihand ku divê mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyê de cîh bigre. Temsîlkarê Vladimir Putin yê taybet bo Sûriyê Aleksandr Lavrentyev, pirsên K24 ê bersivandiye û gotiye ku Kurd ûnsûreka eslî ya Sûriyê ye û divê mafên wan bi awayeka nivîskî di destûra Sûriyê de cîhê xwe bigre. Lavrentyev dibêje ku HSD bi yekîtiya axa Sûriyê bawere û weha dewam dike:

“HSD herêmên bakûr û rojhilata Sûriyê ji DEAŞ ê rizgar kir. Ev tişteka başe lê divê van herêman bikeve bin kontrola hukumeta Sûriyê. Kurdên wan herêman yekîtiya axa Sûriyê destek dikin. Bo wê jî, bo Kurd mafên xwe bidest bixin, em hevdîtinên navbera Kurdan û hukumeta Sûriyê destek dikin. Di mijara Kurdan de fikr û ramanên me, ne weka dewletên dinan e.”