Putin: Divê mafên kurdan di destûra Sûriyê de bên bicîkirin

23 October 2019 12:03 0 dîtin
Putin: Divê mafên kurdan di destûra Sûriyê de bên bicîkirin

PeyamaKurd – Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyio Erdogan li bajarê Soçiyê yê Rûsyayê civiyan û rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê guftûgo kirin û paşê jî di civîneke hevpar a çapemeniyê da hevbeş de hûrgiliyên civînê aşkere kirin.

Serokê Rûsyayê ragihand Putin, pêwîst e hemû hêzên biyanî yên bi awayekî ne rewa hatine Sûriyê, ji nava xaka Sûriyê vekişin. Putin ragihand, divê mafên Kurdan di destûra Sûriyê de bê dabînkirin. Putin got: Rûsya piştevaniyê li guftûgoyên di navbera Kurd û Şamê de dike.

Herwiha Putin bal kişand ser yêkrêziya xaqa wî welatî û got: Divê yêkrêziya xaka Sûriyê were parastin.

Putin aşkere kir jî, ew bi Erdogan re gihîştine rêkeftineke çarenivîsaz û piştre her du wezîrên derve yên Rûsya û Tirkiyê naveroka rêkeftinê aşkere dikin.