Putin: Ne tenê li ser Kurdan, divê em li ser hemû miletên cîhanê hevsengiya berjewendiyan çêbikin

29 October 2022 11:02 0 dîtin
Putin: Ne tenê li ser Kurdan, divê em li ser hemû miletên cîhanê hevsengiya berjewendiyan çêbikin

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bersiva pirsa şîrovekarê siyasî yê ji Herêma Kurdistanê Mihemed Îhsan ya derbarê Pirsa Kurd de da û got: “Divê em hewla hevsengiya berjewendiyan bidin, eger hevsengiya berjewendiyan neyê bidestxistin, aştî berdewam nabe, ev mijar derbarê çarenûsa Kurdan de jî heman tişt e.”

Di Dîdara Aborî ya Valdai de li Moskowê li ser Pirsa Kurd Putin axivî û diyar kir: “Li ser mijara Kurd min çend caran gotiye, ne tenê li ser Kurdan û gelê Kurd, divê em li ser hemû miletên cîhanê hevsengiya berjewendiyan çêbikin. Tenê dema ku hevsengiya berjewendiyan çêbibe wê cîhan aram bibe. Heman tişt ji bo çarenûsa Kurdan jî wisa ye.”

Di wê dîdarê de Mihemed Îhsan ji Vladimir Putin pirsî û got: “Mijara konferansê 'Cîhana Piştî-Hegemonyayê: Dadperwerî û Ewlehî Ji bo Her Kesî' ye. Bi nêrîna we Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê wê di pêşerojê de bibin xwedî ewlehî û dadmendiyeke zêdetir?”

Di bersiva xwe de Putin got: “Alayên me li Ewropa û Amerîkayê jî hene. Li wir jî gelek alîgirên me hene. Li Amerîkayê gelek kes hene ku xwe bi nirxên kevneşopî digirin û bi me re ne, hûn jî dizanin. Li ser mijara Kurd min çend caran gotiye, ne tenê li ser Kurdan û gelê Kurd, divê em li ser hemû miletên cîhanê hevsengiya berjewendiyan çêbikin. Tenê dema ku hevsengiya berjewendiyan çêbibe wê cîhan aram bibe. Heman tişt ji bo çarenûsa Kurdan jî wisa ye.”