Zubeydî: Serok Barzanî ne tenê sembola Kurdan, sembola hemû azadîxwazan e
PeyamaKurd - Nivîskarê Iraqî Xelîl Zubeydî ku li Iraqê nivîskarekî navdar e, di gotara xwe ya bi sernavê "PDK û Serokê wê…" li ser malpera Sewt El Iraq (Dengê Iraqê) hatiye weşandin de, dibêje; “Serok Barzanî ne tenê sembola Kurdan, sembola hemû azadîxwazên Iraqê ye.”
Zubeydî gotiye, her dema serdana Hewlêrê dike, serdemeke nû ya avakirinê dibîne, ku Mesrûr Barzanî rola sereke tê de dibîne, lê belê li Bexdayê her roj dosyeyeke gendeliyê ya xirabtir tê dîtin.
Zubeydî di gotara xwe de diyar dike: “Di jiyannameya partiyên siyasî yên kevn ên Iraqê de, tu neçarî ku behsa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bikî, weke yek ji partiyên herî serkeftî ji bo gihîştina armancên xwe, ev jî vedigere bo Mela Mistefa Barzanî, ku bi dirêjiya bi dehan sal bi awareyî, ji bo armancên Kurdan, seqamgîrî û demokrasiyê xebitiye û pêşengê tevgera şoreşgeriyê bûye û hemû rê ji bo bidestxistina armancên xwe girtine ber xwe.
Zubeydî daye zanîn, Serok Mesûd Barzanî berdewamî daye şoreşê û mekanîzmaya guncaw girtiye ber xwe ji bo muamelekirina ligel Îran û şerê Bexdayê.
Di dewama gotarê de hatiye gotin: “Ev serokê nû yê partiyê bi hişmendiyeke aram û gelek bi hêvî xebitiye ji bo mafên Kurdan, ku ji bavê wî ve jê re maye, loma di vê qonaxê de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pêşketineke gelek bi kalîte di xwe de dîtiye û nav û dengê xwe li navxwe û derve parastiye.”
Xelîl Zubeydî destnîşan kiriye: “Ji bo wan destkeftên ku Kurd îro bi dest xistine, heq e ku em bibêjin: Kak Mesûd ne tenê sembola Kurdan, sembola hemû azadîxwazên Iraqê ye. Tevî ku ew aliyên siyasî yên 20 sal in Iraqê birêve dibin, şikest û têkçûn berhem anîne, loma mafê welatiyan heye ku şanaziyê bi Mesûd Barzanî bikin.”
Zubeydî bal kişandiye ser wê yekê ku ciwanan roleke sereke di avakirina Herêma Kurdistanê de lîstine û di vê çarçoveyê de dibêje: “Di warê siyasî û avakirinê de rola sereke ya Birêz Mesrûr Barzanî tê dîtin, ku yek ji rûyên herî diyar ê ciwanên salên borî ye.”
Di dawiyê de jî nivîskarê Iraqî dibêje: “Ez pîrozbahî li birayên me yên li Kurdistanê dikim, ku şiyana wan heye rûbirûyî kêşe û nexweşî û metirsiyan bibin û ji bo bidestxistina armancên serkirdetiya PDKê de, li gor nêrîna min kesê herî baş ku hilgirê peyamê ye Kak Mesrûr e. Tiştê ku dibêjim ji bo piyahildan nîne, beşek e ji rastiyên dîrokê. Çimkî di her serdanekê de bo Hewlêrê, werçerxana avakirinê dibînî, lê li Bexdayê her roj gendelî tê dîtin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin