Serok Barzanî: Tenê daxuyaniyên Berdevkê PDKê helwest û siyaseta fermî ya PDKê ye
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 11ê Çileyê 2022yan li ser hin daxuyanî û gotegotên di raya giştî de û li ser medya civakî bi navê PDKê têne belav kirin peyamek belav kir.
Serok Barzanî ew gotegotên têne belavkirin red kirin û ragihand, tenê daxuyaniyên fermî yên berdevkê PDKê siyaset û helwesta fermî ya PDKê ye.
Peyama Serok Barzanî:
Bi navê xwedayê bexşînde û mîhreban
Di heyama borî de di ragihandin û torên civakî de hin daxuyanî û nêrîn hatine belav kirin, ku gelek caran wek helwest û nêrîna PDKê têne hesibandin.
Em ji bo hemû aliyekî radigihînin ku her cûre daxuyanî û nêrînên wirde wê de û di bin çi nav û nîşanekî de pêwendî bi siyaseta PDKê ve tine û bila wek nêrîna fermî ya PDKê neyê hesibandin.
Tenê daxuyaniyên berdevkê fermî yê PDKê siyaset û helwesta fermî ya PDKê ye.
Mesûd Barzanî
11.01.2022

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin