Berdevkê ENKSê: Serok Barzanî di dilê hemû Kurdên Sûriyê de ye

27 January 2025 18:52 0 dîtin
Berdevkê ENKSê: Serok Barzanî di dilê hemû Kurdên Sûriyê de ye

PeyamaKurd - Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif ragihand, hezkirineke mezin a Serok Mesûd Barzanî di dilê gelê Rojavayê Kurdistanê de heye û diyar kir, girînge bi aqilane ji bo çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê bê tevgerîn ne bi îdeolojîk.

Berdevkê ENKSê got, “Hezkirina Serok Barzanî bo Rojavayê Kurdistanê û bo me nû nîne û cihê ecêbmayînê jî nîne, di hemû qonaxan de li gel me bû, wek kurdên Rojava û di astengiyan û di xweşiyan de her li gel me bû. Ji ber wê jî Serok Barzanî di dilê hemû kurdekî Sûriyê de ye.”

Yûsif ji daxuyaniya xwe ya bo BasNewsê de diyar kir, “Di sala 1996an de me dît ku çawa li Qamişloyê pêşwazî lê hat kirin, gelek caran em dîtine û ji me pirsiye ku çi ji bo me lazim e? Dema ku deriyê sînor bo alîkariya kurdên Rojava vekir, bê cudabûn alîkariya hemûyan hat kirin. Ji bilî wê jî Serok Barzanî ji bo Rojavayê Kurdistanê xwedî hejmarek destpêşxerî ye, van dawiyan jî ligel Mazlûm Ebdî civiya û şîret li hemû aliyan kir ku yekdeng û yekhelwest bin, piştevaniya Serok  Barzanî ji bo Rojavayê Kurdistanê pir girînge, hem di warê manewî de hem jî wek hêzeke bi bandor li herêmê.”

Berdevkê ENKSê da zanîn, “Serok Barzanî hemû hişyarî daye, herwiha rênimayî jî kiriye ku nabe em di nav xwe de hesab bo hevdu nekin û tenê aliyek xwe bisepîne. Li gor Serok ku em xwedî dozekê ne û bo me mijareke sereke ye, ku bêyî destwerdana derve, divê kurdên Sûriyê xwe birêve bibin, eger bi aqilane tevnegerin, dîsa jî metirsî li ser Rojavayê Kurdistanê heye.”

Feysel Yusif dawiyê jî wiha pê de çû: “Tişta ku ji bo me girîng e ew e ku mafên gelê Kurd li Sûriyê li gorî destûrê bên garantîkirin. Di sala 2020an de dema ku me bi Amerîkayê û Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir, me got di mijara PKKê ne tenê em in, ku astengiyên me hebin, na ev  mijar bûye pisrgirêkeke herêmî û navdewletî, bûye mijarek li seranserê Sûriyê belav bûye û divê PKK alîkariyê ji bo kurdan û astengiyan ji wan re çêneke. Em hêvîdar in wek Kurdên Sûriyê bi hev re kar bikin û PKK zext û midaxele neke”.