Hewlêr | Sandeke ENKSÊ bi Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî e civiya

24 August 2022 12:01 0 dîtin
Hewlêr |  Sandeke ENKSÊ bi Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî e civiya

PeyamaKurd – Şandeke Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li Hewlêrê bi Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed re civiya û pirsgirêkên koçberên Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin.

Li gor zanyariyan, şanda ENKSê bi serokatiya Serokê Nûneratiya ENKSê ya li Hewlêrê Dr. Kawa Ezîzî, do Sêşemê 23ê Tebaxa 2022an li Hewlêrê serdana Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir û bi serokê wê Mûsa Ehmed re civiya.

Hat ragihandin ku di civînê de qala pirsgirêkên koçberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê û çawaniya çareserkirina pirsgirêkan hatiye kirin.

Serokê şanda ENKSê Dr, Kawa Ezîzî diyar kiriye, biryar hat dayîn ku komîteyeke hevbeş di navbera ENKSê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de were avakirin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên koçberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê.

Herwiha Kawa Ezîzî eşkere kiriye, 250 hezar koçberên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê dijîn û gelek pirsgirêkên wan hene. Ew hewl didin bi civîn û hevdîtinên bi aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re wan pirsgirêkan çareser bikin.