Sandeke ENKSê bo hin civîn û hevdîtinan pêk bîne serdana Hewlêrê kir

26 October 2020 12:24 0 dîtin
Sandeke ENKSê bo hin civîn û hevdîtinan pêk bîne serdana Hewlêrê kir

PeyamaKurd – Bo hin civîn û hevdîtinan li Hewlêrê pêk bîne, şandeke Desteya Serokayetiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), serdana Herêma Kurdistanê kir.

Li gorî zaniyariyan, do Yekşemê 25ê Cotmeha 2020an danê êvarê, şandeke Desteya Serokayetiya ENKSê, di deriyê Sêmalka - Pêşabûrê re ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Herêma Kurdistanê bû û dê li Hewlêrê hin civîn û hevdîtinana pêk bîne.

Ev seredan di çarçoveya danûstendinên ENKSê û PYNKê de, ji bo her du alî bo Leşkerên Roj bi Pêşmergeyên Rojava jî têne naskirin û baskê leşkerî yê ENKSê ye, di nava Hêzên Sûriya Demokratîk de cihê xwe bigre û bigihîn rêkeftinê pêk hat.

Yek ji xalên danûstandinên ENKSê û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) yekirina hêzên her du aliyan e, ku heta niha ev mijar nehatiye yekalîkirin.