Serok Barzanî bo jenosîda Kurdên Feylî: Tenê tawana wan Kurdbûna wan bû

04 April 2023 17:50 0 dîtin
Serok Barzanî bo jenosîda Kurdên Feylî: Tenê tawana wan Kurdbûna wan bû

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, ji bo 43yemîn salvegera jenosîdkirina Kurdên Feylî ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Rol û dilsoziya xwişk û birayên Feylî ji bo tevgera rizgarîxwaz a Kurd, herdem cihê şanazî û pêzanînê ye. Xwişk û birayên Kurdên Feylî di nav dewleta Iraqê de êş û azar û derbederiyeke zêde dîtine û tenê tawana wan Kurdbûna wan bû. Pêwîst e Hikûmeta Iraqê erkê xwe ya li qerebûkirin û çareserkirina giriftan û nehiştina asewarên jenosaydkirina Kurdên Feylî bi zûtirîn demê bi cîh bike.”

Peyama Serok Mesûd Barzanî wiha ye: 

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bêseruşûnkirina hezaran ciwanên Feylî û derxistin û jê standina nasname ji sedan hezar kesên li xûşk û birayên Kurdên Feylî ji aliyê rejîma berê yê Iraqê ve, beşek bû ji wê zincîre tawanên rêkxistiyên ku hikûmetên yek li piştî yekên Iraqî ji bo bişaftin û jinavbirina gelê Kurdistanê li sedsala bîstem de encam da.

Xûşk û birayên Kurdên Feylî di nav dewleta Iraqê de êş û azar û derbederiyeke zêde dîtine û tenê tawana wan Kurdbûna wan bû. Pêwîst e Hikûmeta Iraqê erkê xwe ya li qerebûkirin û çareserkirina giriftan û nehiştina asewarên jenosaydkirina Kurdên Feylî bi zûtirîn demê bi cîh bike.

Di salvegera çil û sêyem a jenosaydkirina Kurdên Feylî da hezaran silav ji bo giyanê pakê şehîdên Kurdên Feylî re dişînîn. Rol û dilsoziya xûşk û birayên Feylî ya ji bo doza neteweye wan û tevgera rizgarîxwaziya Kurd herdem cihê şanazî û pêzanînê ye.

Mesûd Barzanî

4ê Nîsana 2023