Serok Barzanî: Kurdên Feylî bi dilsozî ji bo Kurdistanê xebat kirine, divê navendek ji bo wan bê vekirin
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, li ‘Konferansa Zanistî ya Navneteweyî ya li ser Jenosîda Gelê Kurd-Jenosîda Kurdên Feylî’ ku îro 2yê Gulanê li Hewlêrê li salona Seid Ebdullah destpê kir û heta 4ê Gulana 2023an berdewam bike, gotarek pêşkeş kir.
Serok Barzanî di axaftina xwe de got ku divê hemû qurbaniyên jenosîdê yên li Kurdistanê û bi taybet Kurdên Feylî, bên qerebûkirin û ragihand: “Ez pêşinyar dikim navendek bê çêkirin li Hewlêrê ji bo şopandina hemû karûbarên Feyliyan û bibe weke lêvegerekê ji bo wan."
Serok Mesûd Barzanî bal kişand li ser ku Kurdên Feylî beşeke gelê Kurd e û li hember hemû hewlên jinavbirina wan di dema borî de bergiriyê li çand û nasnameya xwe dikin ku Kurdên Feylî bi dilsozî ji bo Kurdistanê xebat kirine.
Serok Barzanî diyar kir ku Kurdên Feylî di damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de roleke sereke lîstine û da zanîn, di dema şoreşa Îlonê de wan di asteke bilind de beşdarî kiriye.
Di dewamê de Serok Barzanî destnîşan kir ku Kurdên Feylî bi neheqî ji warê xwe hatine derxistin û heta niha çarenivîsa bi hezaran Kurdên Feylî nayê zanîn.
Serok Barzanî bibîr xist, “12 hezar Kurdên Feylî şehîd bûne. Karesat û jenosîda Kurdên Feylî xelekek ji risteyek tawanên ku dijî gelê Kurdistanê hatine kirin. Me hemûyan jî karesat û jenosîda dijî Êzdiyan hat kirin dît ku di ser hemû xeyalan re bû. Gelê me dê van tawanan ji bîr neke, lê xwe berz ragirt dema derfet jê re hat lê tol hilneda û dê tolê hilnede jî, lê dê van tawanan ji bîr neke.”
Di axaftina xwe de Serok Barzanî got: “Gelî xwişk û birayan, gotar û gotin têr nakin, lê divê em li hemû rêyan bigerin daku tawanên wiha di siberojê de dubare nebin. Derbarê hemû qurbaniyên jenosîdê de li Kurdistanê û bi taybet Kurdên Feylî, divê ew bên qerebûkirin, qerebûyeke dadmendane di warê madî û manewî de, û hemû mafên wan li wan bên vegerandin. Û li vir, ez pêşinyar dikim navendek bê çêkirin li Hewlêrê bo şopandina hemû karûbarên Feyliyan û bibe weke lêvegerekê ji bo Feyliyan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin