Serok Barzanî: Em dilsoziya Kurdên Feylî ya ji doza Kurdbûnê re ji bîr nakin

04 April 2024 13:37 0 dîtin
Serok Barzanî: Em dilsoziya Kurdên Feylî ya ji doza Kurdbûnê re ji bîr nakin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi mebesta 44emîn salvegera jenosîda Kurdên Feylî, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşand û destnîşan kir ku Kurdên Feylî li Iraqê gelelk azar kêşane û tekane tawanê wan piştgirîdayîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê û Kurdbûyîna wan bû ye.

Serok Barzanî got: Windakirin û kuştina bi hezaran ciwanên Feylî û asîmîlasyona li dijî nasnameya wan a Kurdbûnê, çend ji xelekên hovîtiya rejîma kevneperest a Iraqê ne. Bi sedhezaran birayên me yên Kurdên Feylî, bi kiryarên hikûmetên Iraqê yên li Kurdistanê, li pey hev, berdewamiya xeleka tawan û asîmîlasyonê bûn ku li dijî gelê me pêk anîn. 

Serok Barzanî di berdewamiya peyama xwe de wiha dom kir: “Divê hikûmeta Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, radestkirina qerebû û tunekirina şopa jenosîda ku li dijî Kurdên Feylî pêk hatiye, di zûtirîn demê de gavan bihavêje û erkê xwe bi cih bîne.

Di 44emîn salvegera jenosîda li dijî Kurdên Feylî pêk hatiye de, em şehîdên Feylî û hemû şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin. Em dilsoziya birayên xwe yên Feylî ya ji bo doza xwe û Tevgera Rizgariya Neteweya Kurd ti carî ji bîr nakin."