Bargeha Barzanî Konferansa nasandina jenosîda Kurdên Feylî li dar dixe

12 April 2023 18:02 0 dîtin
Bargeha Barzanî Konferansa nasandina jenosîda Kurdên Feylî li dar dixe

PeyamaKurd – Bargeha Barzanî ragihand ku di bin çavdêriya Serok Mesûd Barzanî de Konferansa Zanistî-Navnetewî ya ji bo nasandina jenosîda dosyeya kurdên Feylî tê lidarxistin.

Berpirsê karûbarên kurdên Feylî li Baregeha Barzanî Elî Feylî, derbarê konferansê de agahî parve kirin û got: “Di çavdêriya Serok Mesûd Barzanî de li bajarê Hewlêrê Konferansa zanistî-Navnetewî ya ji bo nasandina jenosîda gelê Kurdistanê û dosya kurdên Feylî birêve diçe, ku 2yê meha pêş me dê konferans dest pê bike û dê 3 rojan berdewam bike.”

Hat ragihandin ku wê konferans bi beşdariya lêkolînerên piraniya zanîngehên cîhanê û bi serpereştiya Baregeha Barzanî birêve biçe û sazkarên konferansê jî zanîngehên Selahedîn, Duhok û Soran in.

Elî Feylî li ser armanca konferansê wiha axivî: “Armanca vê konferansê ew e ku ew tawanên dijî kurdên Feylî hatine kirin û nirxê pêwîst nehatiye dayîn û ji aliyê civaka navnetewî ve bi awayekî zanistî nehatiye nasîn û nirx jê re nehatiye dayîn. Ew tawanê ku derbarê kurdên Feylî de sala 1980ê pêk hat û bi awayekî hovane nêzîkî 600 hezar kurdên Feylî li Iraqê hatin derxistin û ber bi Îranê ve derkirin û ti tawanek jî nekiribûn û dest danîn ser serwet û dewlemendiya wan û 22 hezar ciwan jî heta niha bêserûşûn in. Ango tawaneke gelek mezin li hember kurdên Feylî pêk hat û nirx jê re nehate dayîn û em jî dixwazin nirx jê re bê dayîn. Ev daxwaza me ye, wekî kurdên Feylî Cenabê Serok Barzanî û em dixwazin nirx jê re bê dayîn.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, heta niha kurdên Feylî yên rûbirû jenosîdê bûne ji aliyê hikûmeta Iraqê ve nehatine qerebû kirin.