Ahmet Turk: Divê hemû siyasetên kurdan xwe li ber çavan derbas bikin
PeyamaKurd – Siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê Ahmet Turk ku herî dawî Serokê Şaredariya Mêrdînê bû û dest ji karê xwe hatibû vekişandin, li ser êrîşên ser Kurdan dibêje; “Heger di nav kurdan de yekîtî çêbibe, wê êrîşên ser wan jî kêm bibin. Lewma jî divê hemû siyasetên kurd xwe li ber çavan derbas bikin û siyaseteke bi rihê demokrasiyê di nav xwe de ava bikin.”
‘Yên yekîtiyê naxwazin ji nebûna yekîtiyê hêzê distînin’
Ahmet Turk di daxuyaniyeke bo Kurdistan TV de bal kişand ser avakirina yekîtiya navbera siyaset û rêxistinên kurdan û wiha axivî:
“Heger yekîtî di nav kurdan de çêbibe, wê êrîşên ser kurdan kêm bibin. Yekîtî hêzê dide milet û ew kesên yekîtiya kurdan naxwazin ji nebûna yekîtiya wan hêzê distînin. Divê hemû siyasetên kurd xwe li ber çavan derbas bikin. Divê siyaseteke di rihê demokrasiyê de were avakirin. Bi baweriya demokrasiyê yekîtiyekê bînin pêş xwe û li ser wê bixebitin.”
‘Divê cudabûna fikr û ramanê li paş meseleyên netewî be’
Siyasetmedarê Kurd da zanîn: “Em dizanin ku siyaset û rêxistinên kurdan ji aliyê fikr û ramanên xwe ve ji hev cuda ne. Lê belê divê cudabûn di meseleyên netewî de li paşiyê bimîne. Heger van fikr û ramanên xwe yên cuda bidin pêşiya her tiştî, bi rastî jî wê têk biçin.
‘Divê hemû siyasetên kurd xwe li ber çavan derbas bikin û nehêlin şer û alozî çêbibe’
Ahmet Turk di berdewamê de hêviya xwe ya bo siyaseteke bi rihê demokrasiyê di nav kurdan de anî ziman û wiha got:
“Mesleya gelê Kurd meseleyeke netewî ye, loma jî divê bi rihê demokrasiyê û siyaseteke dîyalogê di nav hev de bipêş bixin. Hêviya me ev e û em dixwazin hemû siyasetên kurd vê di ber çavê xwe re derbas bikin û nehêlin di nav kurdan de, alozî û şer çêbibe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin