Ahmet Turk li Parlamena Swêd axivî: Hemû Kurdan wek terorîst dibînin!

01 October 2019 19:30 0 dîtin
Ahmet Turk li Parlamena Swêd axivî: Hemû Kurdan wek terorîst dibînin!

PeyamaKurd – Siyasetmedarê Kurd û Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hatiye danîn, di civîna Koma Hevkarên Kurdan a li Parlamena Swêd de, bi rêya telekonferansê beşdarî kir û gotareke bi zimanên Kurdî-Tirkî pêşkeş kir.

Ahmet Turk di axaftina xwe de li ser helwesta deshilatdariya Tirkiyê got, “Hemû Kurdên ku mafên xwe û azadiyê dixwazin û ji bo wê jî têkoşînê didin wekî terorîst tên dîtin.”

Ahmet Turk herwiha bersiva pirsên parlamenteran da û li ser terorîzekirina xebatên wan ji aliyê rêveberiya Tirkiyê ve wiha axivî:

“Li Tirkiyê tohmetbariya terorîzmê ne tenê ji bo PKKê tê kirin. Hemû Kurdên ku mafên xwe û azadiyê dixwazin û ji bo wê jî têkoşînê didin wekî terorîst tên dîtin.”

Turk got ku Abdullah Ocalan jî ji bo aştiyê aktorekî girîng e û ji ber tecrîda li ser nahêlin rola xwe bilîze.

Ahmet Turk bal kişand ser, “Têkoşîna Kurdan ne tenê ji bo rizgarkirina bajarên wan e, têkoşîna demokrasiyê ya tevahiya Rojhilata Navîn e. Wekî xuya ye, êrîşên ser me di mijara penaberan de xwe bandorê li Ewropayê jî dike.”