Ahmet Turk pistî eskerekirina cezayan axivî: Hinek hewl didin pêvajoya asayîbûnê xera bikin
PeyamaKurd – Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, piştî ku di Doza Kobaniyê de 10 cezayê girtîgehê li ser hate sepandin axivî û got: “Ev dozeke siyasî ye. Heta ku ji destê me were em ê ji bo aştiya vî welatî têkoşîna xwe bidomînin.”
Ahmet Turk beşdarê weşana zindî ya Halk TVyê bû û cezayên li ser wî hevalên wî yên HDPê hatine birîn axivî.
Ahmet Turk derbarê biryara dadgehê de ev tişt gotin: “Ji bo ku me li dijî rêxistineke hov fikrên xwe anîn ziman dozeke wiha hate vekirin. Esas ev biryara beşekê ya li ser xerakirina aştiya civakî ye. Ev ne biryareke ku dadgehê daye ye, biryara ku siyasiyan daye ye. Xemgîniya me ne ji bo cezayan e, pêdiviya vî welatî ji aştiyeke civakî heye. Em bi salan ketin nava lêgerîna pêvajoyeke ku gel bibin yek, têkoşîna me ev e. Esas divê mirov vê weke darbeya li pêşeroja demokratîk, xwişk û biratiya gelan binirxîne. Di bûyerên Kobanê de li dijî dewletê tiştekî me nîne, berteka me li dijî DAIŞê çêbûbû. Heta ku ji destê me were em ê ji bo aştiya vî welatî têkoşîna xwe bidomînin. Me texmîn dikir ku ev pêvajo dê çawa bimeşe. Em dibînin ku beşek ketiye nava liv û tevgerê û hewl dide vê pêvajoya asayîbûnê xera bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin