Ahmet Turk pistî ku di gera yekem de bi ser neket ji bernamzediya saredariya Mêrdînê vekisiya

14 January 2024 16:08 0 dîtin
Ahmet Turk pistî ku di gera yekem de bi ser neket ji bernamzediya saredariya Mêrdînê vekisiya

PeyamaKurd – Siyasetmedar Ahmet Turk, di gera yekemîn a dengdana delegeyên DEM Partiyê yên pêşhilbijartina bernamzediya Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê de, nehat hilbijartin.

Ahmet Turk piştî ku di gera yekem de nehat hilbijartin û dengdan ma gera duyem, vekişîna xwe ji bernamzediya seroktiya şaredariyê ragihand.

Ahmet Turk got, “Min berê jî gotibû, heke ji sedî 50 derbas nekim ezê vekişim. Ji bo xwedîderketina gel spasdar im. Ji siyaseta aktîf vedikişim. Ezê têkoşîna gelê Kurd di platformên cuda de berdewam bikim.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Parti), ji bo diyarkirina namzedên şaredariyan bo hilbijartinên 31ê Adarê û encûmenên şaredariyan, li 10 bajar û navçeyan pêşhilbijartin kir û tê çaverêkirin li gorî encaman, namzedên xwe eşkere bikin.