Ahmet Turk li civîna Stenbolê axivî: Êdî pirsa Kurd bûye pirsa demokrasiyê...

29 August 2019 16:39 0 dîtin
Ahmet Turk li civîna Stenbolê axivî: Êdî pirsa Kurd bûye pirsa demokrasiyê...

PeyamaKurd – Şaredarên hilbijartî yên Kurd ên Mêrdînê Ahmet Turk, ya Wanê Bedîa Ozkokçe Ertan û yê Diyarbekirê Adnan Selçûk Mizrakli ku dest ji kar hatine kişandin, îro li Stenbolê civîneke rojnamevanî li dar xistin.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk di axaftina destpêka civînê de, diyar kir ku di 19ê Tebaxê de darbeya siyasî li dijî wan pêk hatiye û wiha axivî:

“Bi armanc û berpirsiyariya em li vê îradeyê xwedî derkevin em li vir in. Dema di 19ê Tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyan kir, me dît ku nivîsên dûrxistinê di 1ê Nîsanê de ji Wezîrê Karên Hundir re şandine. Dixwazin têkildari qeyûman hişekî ava bikin. Hişê ku darbeyê rewa dibîne li ser kar e. Em bi vî hişê qeyûman rewa dibîne re rû bi rû ne. Dibêjin pere şandine cihê cuda. Tişteki wisa ne pêkan e. Ji sala 1973an heta niha di nava siyasetê de me. Heta niha em rastî pêvajoyek dijwar nehatine. Lê dîsa jî em hêviyên xwe qut nakin."

“Li Tirkiyê 20 milyon Kurd hene û dixwazin bi rûmet bijîn û bigihin mafên xwe, lê siyasetek li Tirkiyê heye ku hertim Kurdan weke xetereke potansiyel dibîne, ev şaş e.. Pirsa Kurd li Tirkiyeyê êdî mezin bûye û bûye pirsa demokrasiyê… Ti tişek bi şer çareser nabe, pirsgirêk bi aqilekî hevpar û bi gotûbêjan û bi aştiyê çareser dibin. Em dikarin bi hewldanên xwe siyaseta hikûmetê biguherînin.”

Ahmet Turk li ser îdîayên derbarê 300 hezar tl daye çayê jî got: "Rojê 300-400 kes dibin mêvanê şaredariyê. Mêvanên ku tên şaredariyê em avê jî didin wan û çayê jî didin wan. Tiştek ji vê yekê rewatir tune ye." 

Turk li ser biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand: “Hêj me dest bi erkê xwe nekiribû, nivîs derbarê me de hatibûn amadekirin” û bersiva tohmeta hikûmeta Tirkiyê jî ya pere şandina ji PKKê re da û got: “Ji ber deynan em nikarin mûçeyên karmend û karkerên Şaredariyê bidin, ji me re dibêjin hûn pere ji aliyên din re dişînin.”

Di civînê de li ser destdanîna ser şaredariyan, helwesta HDPê û çalakiyên dijderketinê, endamên medya Tirkiye û cîhanî hatin agahdarkirin û pirsên wan hatin bersivandin.