Serokê Baroya Diyarbekirê: Divê êrîskar bi tawana "êrîsa bi qesta kustinê" bêne zindankirin
PeyamaKurd – Serokê Baroya Diyarbekirê Parêzer Nahît Eren li ser êrîşa nijadperestên li Tirk li hember malbata Kurd a Hewlêrî axivî û da zanîn, Baroya Diyarbekirê li ser êrişa li dijî malbata Kurd raportekê amade dike, herwiha Eren dibêje, li gorî zabitname û îfadeyên kesên rastî êrîşê hatine û şahidên bûyerê, divê êrîşkar bi tawana "êrîşa bi qesta kuştinê" bêne zindankirin.
Li gor Serokê Baroya Parêzer Diyarbekirê Nahît Eren ji rojnamevanan re diyar kiriye, ew li ser êrîşa nijadperest a li Mêrsînê raporekê amade dikin û vê raporê dê roja Şemî an jî Yekşemê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji raya giştî re eşkera bikin.
Nahît Eren destnîşan kir, li gorî zabitname û îfadeyên kesên rastî êrîşê hatine û şahidên bûyerê divê êrîşkar bi tawana "Êrîşa bi qesta kuştinê" bêne zindankirin û wiha got: "Delîl û îfadeyên heyî pir zelal û eşkera ne. Em ê weke Baroya Diyarbekirê şopînerê vê dozê bin û em ê nehêlin ev kiryar bê ceza bimîne."
Malbateke Kurd a ji Hêwlêra Başûrê Kurdistanê, do li Mêrsînê rastî êrîşa komeke nijadperestên Tirk hatibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin