Nahît Eren, car din wekî Serokê Baroya Diyarbekirê hat hilbijartin

09 October 2022 22:30 0 dîtin
Nahît Eren, car din wekî Serokê Baroya Diyarbekirê hat hilbijartin

PeyamaKurd- Di hilbijartina Baroya Diyarbekirê ya 48emîn a asayî de Nahît Eren ê ku Serokê Baroya Diyarekirê bû, car din wekî serok hat hilbijartin.

Hat ragihandin ku di hilbijartinên hatin lidarxistin de Nahît Eren, Muhlîs Ogurgul û Cengîz Baysal ji bo serokatiya Baroya Diyarekirê wekî rikeber bûne.

Li gorî agahiyên hatin parvekirin, 2043 endamên Baroyê deng dane û Serokê niha yê Baroyê Nahît Eren ê ku beşeke mezin a dengan bi dest xistiye, dîsa wekî Serokê Baroya Diyarekirê hatiye destnîşankirin.

Hat zanîn ku di heman demê de îro li Baroyên Dêrsim û Rihayê jî hilbijartinên Baroyan hebûne û di wan hilbijartinan de jî serok û rêberên nû hatine destnîşankirin.