Kaboglu bû serokê nû yê Baroya Stenbolê
PeyamaKurd – Hilbijartinên Baroya Stenbolê bi dawî bû. Serokê nû yê Baroyê Alîkarê berê yê CHPê Prof. Dr. Îbrahîm Kaboglu hat hilbijartin. Piştî hilbijartinê parêzeran bi govendê û stranên Kurdî serketina Kaboğlu pîroz kirin.
Doh hilbijartina serokatiya Baroya Stenbolê hat kirin.
Di hilbijartinên ku ji bo Serokatiya Baroya Stenbolê 12 berendam ketin hevrikiyê de, Îbrahîm Ozden Kaboglu bû serokê nû.
Baroya Stenbolê di dawiya hefteyê de ji bo hilbijartina serokê xwe yê nû çû ser sindoqan.
Di roja duyemîn a lijneya giştî ya ku li Navenda Kongreyê ya Haliçê hat lidarxistin de, ji bo hilbijartinên serokatiya baroyê di saet 09.00an de dengdayîn destpê kir.
Li baroyê ku mafê 64 hezar û 72 parêzeran heye, ji saetên sibê ve hatin navenda kongreyê û deng dan.
Di lijneyê de ji Koma Tevgera Hiqûqnas Rabûna Hasan Kiliç, ji Koma Guhertinê ya Baroya Hêz Mert Er Karagûlle, ji Koma Mafên Parêzeran Turgay Bîlge, ji Koma Tevgera Hiqûqê ya Ciwanan Turkan Kara, ji Sendîkaya Parêzerên Stenbolê Metîn Uraçin cih girt. Ji Koma Parêzerên Serbixwe Abdûlhalim Yilmaz, ji Koma Parêzerên Guhertinê Îbrahîm Ozden Kaboglu û ji Koma Parêzerên Neteweperest a Stenbolê Hakan Çatak ketin pêşbirkê.
Encamên nefermî yên dengdanê wiha ne:
İbrahim Özden Kaboglu: 7.197
Hasan Kiliç: 5.537
Turgay Bilge: 4.493
Ali Gurbuz: 3.987
Filiz Saraç: 4.067
Kabogluyê ku li ser navê Koma Parêzerên Guhertinê ku di hilbijartinê de bi ser ketibû pêşbirkê temam kir, axaftinek kir.
Çend xalên ji axaftina Îbrahîm Ozden Kaboğlu wiha ne:
"Fikr, hevgirtin û çalakî"
“Mînaka demokrasiyê îro çêbû. Endamên Baroya Stenbolê bawerî bi me anîn û em ê vê baweriyê pûç nekin. Em ê tavilê li gorî sozên xwe dest bi xebatê bikin. Hûn bawer bin ku ev rêveberî wê bi rêveberiya 30-35 kesan re sînordar nebe.
Bi rêbaza tevlêbûnê û nêzîkatiya tevlêbûnê, ji rêveberên berê yên Baroya Stenbolê heta namzetên ku di hilbijartinê de bi me re hevrikiyê dikin, em ji her kesî daxwaz dikin ku tevkariyên xwe bikin. Em ê ti carî dest ji rêbaza xwe ya rêveberiya tevhev bernedin.
Em li gorî prensîbên bingehîn ên destûra bingehîn a xwe, li gorî pêwîstiyên komareke laîk û demokratîk a li ser bingeha mafên mirovan û dewleta hiqûqê ya civakî pêk tê. Em ê ji îro danê êvarê pê ve bi şert û mercên navneteweyî yên Tirkiyeyê, prensîbên giştî yên hiqûqê bi cih bînin.
Weke ku me di 9ê Tebaxê de jî diyar kir, bi daxwaza ku qanûn li Stenbol û Tirkiyeyê bikeve meriyetê û di asta navneteweyî de hêviya hiqûqê bê belavkirin; fikir, hevgirtin û çalakî. Ji niha û pê ve ev her sê prensîb dest bi cîbicîkirinê kirine. Rêya me hemiyan vekirî be."
Îbrahîm Kaboglu kî ye?
Kaboglu di 10ê Nîsana 1950î de li navçeya Borcka Artvînê ji dayik bû, Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê qedand. Doktora xwe li zanîngeha Limoges û zanîngeha Enqerê qedand. Pêşî bû doçent û piştre jî li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Marmarayê bû profesor. Seroktiya Desteya Şêwirmendiya Mafên Mirovan a Serokwezîrtiyê kir.
Di hilbijartinên giştî yên Tirkiyê yên sala 2018an de ji Partiya Komarî ya Gel wek parlamenterê Stenbolê hat hilbijartin. Di hilbijartinên giştî yên Tirkiyê yên sala 2023an de ji bo bibe namzedê parlamenteriyê ji CHPê serlêdan kir, lê nehat namzedkirin.
Îbrahîm Kaboglu ku ji sala 2007an û vir ve di Rojnameya Bîrgunê de nivîskariyê dike, di sala 2022an de xelata madalyaya Légion d'Honneur ku xelata herî bi prestîj a Fransayê ye sitend.
Di hilbijartinên doh de Kaboglu wek Serokê nû yê Baroya Stenbolê hat hilbijartin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin