81 baroyan pistgirî da Serokê Baroya Diyarbekirê: 'Em naxwazin êsa Tahir Elçî dubare bibe'
PeyamaKurd – Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren û malbata wî ev demek e ji aliyê hin kesên tarî û nijadperest ve li ser medya civakî û platforên cuda têne tehdîtkirin ku Baroya Diyarbekirê ji bo lêpirsîn û derxistina holê ya wan kesên gefan dixwin serlêdana yasayî li Serdozgeriya Diyarbekirê kiribû.
Li ser gefxwarinan îro 1ê Sibatê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) û baroyên 81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo piştgiriya Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren daxuyaniyeke hevpar dan û ragihandin: “Em naxwazin bûyereke din a nû ya Alî Gunday rû bide û êşa Tahir Elçî dubare bibe.”
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, di van demên dawiyê de gefa kuştinê ya bi rêya medyaya civakî ya li dijî Nahît Eren nayê qebûlkirin û tê gotin, li ser hesabên medyaya civakî gef û parvekirina wêneyên malbat û xizmên Eren ku zarokên wî jî di nav de ne, bi awayekî zelal metirsiyê radixe ber çavan.
Di berdewama daxuyaniyê de jî wiha hat gotin:
“Em weke kesên ku dizanin di bin sîwana demokrasî û hiqûqê de têkoşîn tenê bi fikrî dibe û em bi tundî li dijî her cure tund û gefên kuştinê yên hovane yên li hemberî mirovên bêguneh in derdikevin; bang li dewletê dikin ku bi hêzên xwe yên ewlehiyê, dadwerî û hemû organên xwe ve bi ser vê bûyerê de biçe û kesên vê yekê dikin bibîne û demildest ceza bike.
Eger naxwazin êş û trajediyên nû rû bidin; em bang li kesên peywendîdar dikin ku demildest erka xwe pêk bînin.
Li hemberî gefên hêzên tarî, em weke Yekîtiya Baroya Tirkiyê û tevahiya baroyên Tirkiyê, ji raya giştî re radgihînin ku bêyî dudilî ligel Serokê Baroya Amedê Nahît Eren in û piştgiriya wî dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin