Baroya Diyarbekirê bi sedema tehdîdên li ser serokê baroyê, bi fermî giliyên wan kir
PeyamaKurd – Baroya Diyarbekirê ragihand ku li ser medya civakî heqaret û tehdîdên tund li ser serokê baroyê parêzer Nahit Eren têkirin û wê weka baroyê serê xwe li ber tehdîdan daneynin. Baro ragihand ji ber heqaret û tehdîdên ser serokê baroyê Eren, ji serdozgeriya Diyarbekir re ragihandina sûc kirine û weha got:
“Agahiyên taybet yên serokê baroya me, hevjîna wî zarokên wî û wêneyên wan parvekirine, di parvekirinê de tehdîda kuştinê û peyamên heqaretê car din hatine belavkirin. Serokê me û malbata wî aşkera kirine hedef. Têkoşîna baroya me ya ji bo mafê mirovan ji berê de dewam dike û xebatên me hinek kesan û derdoran aciz dike.
Tevî tehdîdên li ser me, em ji têkoşîna mafên mirovan, demokrasi û aştiyê paşde gav navêjin. Di demên dawiyê de, di ser medya civakî de, di ser hesabên xwe de tehdîdên li ser serokê baroya me Nihat Eren hene, heqaret hene, parvekirinên ku sûcin hatine kirin û me wan daye serdozgeriya komarê ya Diyarebekirê.
Kesên di ser hesabên xwe yên medyayê de parvekirinan di derbarê serokê baroya me de dikin, salên 1990an tînin bîra mirov û bi taybetî navên wê wextê yên JİTEM û hêzên tarî bikartînin. Ev balkêşe. Ji ber têkoşîna baroya me di hinek hêzan de aciziyê afirandiye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin