Serokê Baroya Diyarbekirê bertek nîsanî jikardûrxistina akademîsyenê Kurd da

06 November 2021 16:59 0 dîtin
Serokê Baroya Diyarbekirê bertek nîsanî jikardûrxistina akademîsyenê Kurd da

PeyamaKurd – Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren, ji ber akademîsyenê Kurd ê bi sedema parvekirina "Bijî Kurdsitan" ji karê xwe hat dûrxistin, bertek nîşan da.

Li Xarpêtê, akademîsyenê Kurd ê Zanîngeha Firatê Hifzûllah Kûtûm, ji ber parvekirina xwe ya “Şoreşa Îlonê hemû Kurdan pîroz be, Bijî Kurdistan" a li ser medya sanal, ji karê xwe hat dûr xistin û hat desteserkirin. Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren, piştî desteserkirina akademîsyen Kûtûm, bertek nîşanî ji peywirdûrxistina wî da.

Kûtûm, do daxuyaniya Rektortiya Zanîngeha Firatê ya derbarê jipeywirdûrxistina xwe de parve kiribû û piştî vê hatibû binçavkirin. Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren jî parvekirina Kûtûm girt û li ser wê şîrove nivîsî û got: "Mixabin feraseta ku zanîngehên weke hêlîna zanîst û ronahiyê tên dîtin bi rê ve dibe ya ji bo mafê bingehîn ê azadiya ramanê ev e. Ev ji bo demokrasî û azadiyan belgenameyeke şermê ye." 

Li gorî agahiyên hatin wergirtin, hîn jî îfadeyên Kûtûm ku li Miduriyeta Polisan a Xarpêtê tê ragirtin, nehatine girtin.