Hevserokê Saredariya Peyas a Diyarbekirê hate berdan
PeyamaKurd - Şaredariya Peyasê Cengiz Dundar ku 26ê Mijdara 2024an di serdegirtina malan de li Diyarbekirê hatibû binçavkirin û 30yê Mijdarê jî hatibû girtin, îro danê nîvro ji Girtîgeha Sîncan a Enqereyê hate tehlîyekirin.
Dundar li ser hesabê xwe yê medya civakî bi zaravayê zazakî û kurmancî yê Kurdî got: “Hepisxaneyê Sîncanî ra ez serbest menda, ma hewna ser karê xo de yê. Ji Zîndana Sîncanê hatim berdan, em carek din li ser karên xwe ne.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, Cengiz Dundar û 14 kesên din bi hinceta lêpirsîneke KCKê ya Serdozgeriya Enqereyê hatibûn binçavkirin û 9 ji wan hatibûn girtin. Paşê 5 kes bi mercê kontrola edlî hatibûn berdan.
Cengîz Dundar endamê encûmena navçeya Peyas a Diyarbekirê û hevserokê şaredariya navçeyê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin