Ji Saredariya Akdenîzê re qeyûm hate tayînkirin

13 January 2025 09:57 0 dîtin
Ji Saredariya Akdenîzê re qeyûm hate tayînkirin

PeyamaKurd - Piştî ku Hevşaredarên navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan hatin girtin, hate ragihandin ku Wezareta Hundurîn a Tirkiyeyê, li şûna şaredaran qeyûm tayîn kiriye.

Hevşaredarên Akdenîzê yên DEM Partîyî Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan bi egerên wekî “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” piştî sê rojên desteserkirinê hatin girtin.

Piştî ku Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan hatin girtin, bi biryara Wezareta Hundurîn a Tirkiyeyê li şûna wan qeyûm hat tayînkirin.

Wezaretê qeymeqamê navçeya Akdenîze ya parêzgeha Mêrsînê Zeyît Şener wekî qeyûm tayînî ser Şaredariya Akdenîzê kir.

Her wiha bi biryara Wezareta Hundurîn, Hevseroka Şaredariya Akdenizê Nuriye Arslan û endamên encûmena şaredariyê Ozgur Çaglar, Hikmet Bakirhan û Neslîhan Oruç jî ku di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn girtin, ji kar hatin dûrxistin.