Saredariya Besîktasê ji aliyê polêsan ve hate dorpêçkirin
PeyamaKurd – Tevî şaredarê CHPyî yê navçeya Beşîktaşa Stembolê Riza Akpolat ji bo 47 xebatkarên wê biryara binçavkirinê hat dayîn.
Piştî vê biryarê Şaredariya Beşîktaşê ji aliyê polîsan ve bi bariyeran hat dorpêçkirin û polêsan ji xebatkarên şaredariyê xwest ku nasnameya xwe nîşan bidin û bi vî awayî bikevin hindurê avahiya şaredariyê de.
Hate diyarkirin ku îdiaya biryara binçavkirina şaredarê CHPyî yê navçeya Beşîktaşê û 47 kesên din, ji ber “bertîlxwarinê” û “nelirêtiya di îhaleyan de” ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin