Ehmed Sera li Urdinê ji aliyê Sah Abdullah ve hate pêswazîkirin
PeyamaKurd – Serokê qonaxa veguhêz ê Sûriyê Ehmed Şera, îro 26ê Sibatê piştî Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê, serdana xwe ya sêyem bo derveyî welat li Urdinê kir.
Şanda Sûriyê ya bi seroktiya Ehmed Şera ku Wezîrê Derve Esed Şeybanî jî tê de cî girt, piştî pêşwazîkirinê li Seraya Şahîniya Urdinê ligel Şah Abdullahê Duyem civiya.
Şanda Sûriyê ligel Şah Abdullahê Duyem, Prensê Welîehd Huseyîn bin Abdullah II, Serokwezîrê Urdinê Dr. Cafer Hesen û Wezîrê Derve Eymen Sefadî hevdîtin pêk anî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin