Saredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê bi navê zanyar El-Cezerî navendeke zanistî ava dike

10 February 2025 11:43 0 dîtin
Saredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê bi navê zanyar El-Cezerî navendeke zanistî ava dike

PeyamaKurd – Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, bi navê alim, dahêner û endezyarê Cizîrî yê ku weke endezyarê yekem ê cîhanê tê dîtin, Navenda Zanistê ya El-Cezerî ava dike.

Navenda Zanistê ya El-Cezerî wê li qadeke 80 donim a di navbera Bulvara Dîclekentê û Bulvara Mezopotamyayê de bê avakirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, ji bo ku bajar di warê zanist û teknolojiyê de bibe navendeke girîng û piştgirî bide xebatên zanist û teknolojiyê yên ciwanan, Navenda Zanistê ya El-Cezerî ava dike.

TUBÎTAK jî wê piştgiriyê bide projeyê

Çêkirina navenda ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Karên Teknîkî ve hatiye çêkirin, piştî destpêkirina pêvajoya îhaleyê wê li qada parka 80 donim a di navbera Bulvara Dîclekent û Bulvara Mezopotamyayê de destpê bike. Lijneya Lêkolînên Zanist û Teknolojiyê ya Tirkiyeyê (TUBÎTAK) jî wê piştgiriyê bide projeyê.

Navend, bi navê El-Cezerî, ku yekem endezyarê cîhanê tê hesibandin, tê pêşbînîkirin ku îlhamê bide lêkolînên zanistî û teknolojiyê yên welatiyên ku li bajêr dijîn, bi taybetî ciwanan. Navend wekî "qada jiyanê" hate sêwirandin ku hemwelatî ne tenê cîhên zanist û teknolojiyê lê herwiha qadên meş û parkê jî dikarin bigihînin.

Wê qadên meş û sporê hebin

Navenda Zanistî ya El-Cezerî ku wê li ser rûberek 70 hezar metrekare bê avakirin, wê qada meşê û werzîşê, otopark, qahwexane, hewz, qada ku berhemên Cezîrî lê tên pêşandan û danasînê, dikana bîranînan, salona pir-armancî, dersxane û qadên çalakiyê hebin.

Navenda Zanistî ya El-Cezîrê wê ji welatiyên Dİyarbekirê re weke cihê ku karibin xebatên xwe yên zanistî û teknolojiyê tê de bihêlin û bi hêsanî bêhna xwe bistînin, bê pêşkêşkirin.