Konsera Dosso Dossi hat betalkirin: Kurtedaxuyaniya Saredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê
PeyamaKurd – Serokê Lijneya Rêveber a Dosso Dossi Holding Hikmet Eraslan diyar kir ku konsera ku wê di 18ê Gulanê de li Diyarbekirê li dar bixin hat betalkirin. Têkildarî mijarê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê got, "Em naxwazin di vê mijarê de daxuyaniyê bidin."
Hîkmet Eraslan ragihand ku konsera li qada vekirî ya ku dixwestin di 18ê Gulanê de li Qada Newrozê ya Diyarbekirê li dar bixin, hat betalkirin.
Eraslan diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê bûyereke bi vî rengî guncaw nabîne, Eraslan di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Xê de wiha got:
“Me gelek dixwest ku em bi hevwelatiyên xwe yên Diyarbekirê û hemû muzîkhez re di festîvala ku me plan kiribû di 18ê Gulanê de li Diyarbekirê li dar bixin bibin, lê mixabin ji ber ku rêveberiya herêmê guncav nedît konsera me hat betalkirin. Em ê di zûtirîn demê de bajarê festîvalê, dîrok û hunermendên nû bi we re parve bikin."
"Armanca min ew bû ku ji bo gelê Diyarbekirê û mêvanên ji derve ve kêliyek bê jibîrkirin pêşkêş bikim."
Derbarê vê konserê de Eraslan gotiye, “Me ji bo vê konserê çend meh berê hem ji parêzgariyê hem jî ji şaredariyê destûra pêwîst wergirt. Herî dawî min bi Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun re li ser konsera ku me plan kiribûn re hevdîtin pêk anîbû û wî jî got ku lidarxistina konserê ne guncaw e. Me qada Newrozê ji bo konserê hilbijart, lê mixabin ji ber ku şaredariyê destûr neda em neçar man ku vê konserê betal bikin."
Eraslan diyar kir ku divê sedema betalkirinê ji şaredariyê bê pirsîn û wiha got: “Ji me re gotin ne guncav e. Sedema betalkirinê ji wan bipirsin, mebesta min ew bû ku hem ji bo Diyarbekiriyan û hem jî ji bo mêvanên ku ji derve tên, kêliyek ne jibîrkirî pêşkêş bikim, li Diyarbekira ku ez jê hez dikim demsala tûrîzmê destpê kir. Ji bo vê konserê wê 50-100 hezar kes ji derve bihatana, ez pir xemgîn im. "Ez çend rojan li bendê bûm ku şaredarî dev ji fikra xwe berde, lê dema ku nêrîna wan neguherî, ez neçar bûm ku vê daxuyaniyê bidim."
Ji Şaredariya Bajarê Mezin bersivek yek hevokî
Sedema betalkirinê ji Çapemeniya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê hatiye pirsîn.
Şaredariyê bertek nîşan daye û wiha gotiye: “Em naxwazin di vê mijarê de daxuyaniyê bidin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin