Ji Saredariya Keçîorenê daxuyaniya betalkirina konsera Mem Ararat: Heçî cudahiya Kurd û Tirk bike qelas e!

16 November 2021 19:07 0 dîtin
Ji Saredariya Keçîorenê daxuyaniya betalkirina konsera Mem Ararat: Heçî cudahiya Kurd û Tirk bike qelas e!

PeyamaKurd – Hunermendê Kurd Mem Ararat şevê din, daxuyaniyek li ser medya civakî belav kiribû û ragihandibû ku Şaredariya Keçîoren a Enqerê ji ber ku wê bi Kurdî stranan bêjin, konsera wan qedexe kiriye û wekî tawaneke nefretê şermezar kiribû.

Piştî vê daxuyaniyê li ser medya civakî gelek bertek li dijî şaredariya Keçîoren a di destê AKPê de ye re hatibûn nîşandan ji ber qedexekirina konsera stranên kurdî.

Li ser daxuyaniya hunermend Mem Ararat îro 16ê Mijdarê Şaredariya Keçîoren a Enqerê daxuyaniyek da û tê de gotiye, “Yê ku di navbera Kurd û Tirkan de cudahiyê bike qelaş e’.

Di daxuyaniya şaredariyê de, hatiye gotin ku daxuyaniyên ‘şaredariyê destûra konserê neda’ derew in û derveyî rastiyê ne.

Şaredariyê daye xuyakirin ku kompaniya organîzasyonê belgeyên pêwîst ên bo destûrdana konserê tevî ku wan dem  daye wan jî negihandine wan û ji ber wê û herwiha ji ber ku li şûna Mem Ararat bi navê Mehmet Esen serlêdan kirine konser li gorî madeya peymanê hatiye betalkirin.

Mehmet Esen navê rastî yê Mem Ararat e ku navê Mem Ararat ji bo sehnê bikar tîne.

Mem Ararat di daxuyaniya xwe ya doh de gtibû, Zîz Muzîkê hemû serlêdanên xwe bo salona konserê kirine û tevî wê jî rayedarekî şaredariyê li Zîz Muzîkê geriyaye û gotiye, 'Me nizanibû wê bi kurdî stranan bêjin. Em wek şaredariya Keçîorenê destûra vê nadin û yekalî peymanê betal dikin.”