Konsera hunermend Rojdayê ji aliyê saredariya CHPyê ve hat betalkirin!

09 November 2024 12:17 0 dîtin
Konsera hunermend Rojdayê ji aliyê saredariya CHPyê ve hat betalkirin!

 

PeyamaKurd – Şaredariya Kuçukçekmeceya Stenbolê ya CHPyî konsera hunermenda kurd Rojdayê betal kir ya ku dihat plankirin ku  17ê mijdarê de bê lidarxistin.

Hunermend Rojdayê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ev helwesta qedexeker a keyfî ya şaredariyê bi awayekî eşkere bêtehamiliya li hember çand û hunera Kurdî nîşan dide.”

Hat zanîn ku ji bo konsera ku tê plankirin 17ê mijdarê bê lidarxistin di navbera hunermend û şaredariyê de peymana wê hatibû îmzekirin û heqê salonê jî berê hatiye dayîn.

Rojdayê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî betalkirina konserê wiha ragihand:

“Konsera ku me plan kiribû 17ê mijdara 2024an li Navenda Performansa Yahya Kemal Beyatli li dar bixin û me amadekariyên wê 2 meh berê temam kirin û hemû bilêtên salona 4500 kursî hatin firotin, ji aliyê Şaredariya Kuçukçekmeceyê ve ji ber sedemên kêfî hat betalkirin. Tevî ku peyman bi şaredariyê re hatiye îmzekirin, heqê kirêya salonê pêşwext hatiye dayîn û di danûstandinên bi rêveberiyên herêmî re tu kêmasî nehatine gotin jî, ev helwêsta qedexeker a kêfî ya şaredariyê bi awayekî eşkere bêtehamiliya li hemberî çand û hunera Kurdî nîşan dide.

Li hemberî vê zîhniyeta qedexeker, li her derê û di bin her şert û mercî de bo piştgiriya gelê xwe, ez ê xebatên xwe yên baştir û baştir bidomînim. Ez teqdîra vê yekê dispêrim gele xwe û û her kesî bi hezkirin hembêz dikim.”

Konsera Rojdayê bûbû hinceteke girtina Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer jî ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin.