Parêzgeriya Rihayê konsera hunermend Ilkay Akkaya qedexe kir

23 September 2022 00:44 0 dîtin
Parêzgeriya Rihayê konsera hunermend Ilkay Akkaya qedexe kir

PeyamaKurd – Hunermenda navdar İlkay Akkaya wê di roja 25 ê êlûnê de li bajarê Rihayê konserekî bida lê parêzgeriya bajêr îznê neda konserê. Parêzgeh sedem jî mijara ewlehiyê nîşan da. Parêzgeha Rihayê beşa hûqûqê ji bo îzna konsera Akkaya weha got:

“Dayîna konserê ji bo ewlehiya giştî, nizama giştî, ji aliyê emniyet û asayîşê de nehatiye qebûlkirin.”

Her weka parêzgeha Rihayê, parêzgeha Mêrdînê jî konsera İlkay Akkaya ya ku wê di 24 ê êlûnê de bida qedexe kiribû.

İlkay Akkaya jî bertekê nîşanî parêzgehan da û weha got:

“Tiştnên li vir hatine nivîsandin, em tev dizanin ku rast nînin. Her wekî em çawa dizanin ku ji qedexeyan re dibêjin ‘betalkirina konserê’! Hun bi qedexeyan nagihên ti derekî. Ez ê dewam bikim û kilamên xwe bêjim.”