Zanîngeha Sirnexê destûr neda konsera Hunermend Xecê

11 September 2022 13:00 0 dîtin
Zanîngeha Sirnexê destûr neda konsera Hunermend Xecê

PeyamaKurd – Rêveberiya Zanîngeha Şirnexê, destûr neda hunermenda Kurd Xecê li zanîngehê konsera ku berê hatibû plankirin bide.

Serokatiya Zanîngeha Şirnexê konsera Hunermend Xecê ku wê 4ê Cotmehê li Navenda Çand û Kongreyan ya Zanîngeha Şirnexê were kirin, qedexe kir.

Hunermend Xecê li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê qedexekirina konsera xwe de got, biryar bû 4ê Cotmehê li Zanîngeha Şirnexê konsereê li dar bixim, ev konser bêyî ti sedemek were nîşandan ji aliyê rektoriya zanîngehê ve hatiye qedexekirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di nav sala 2022yan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi dehan konser û festîvalên navxwe û navdewletî hatine qedexekirin ku beşek mezin ji wan jî yên hunermendên kurd in.