Wezareta Dadê destûr neda Kisanak ku wêneyekî bo kampanya hilbijartinê bisîne
PeyamaKurd – Namzeda Şaredariya Bajarê Mezin ê Enqereyê, Hevseroka berê ya HDPê û Şaredara hilbijartî ya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak nekarî destûra girtina wêneyekî bo kampanyaya hilbijartinê bistîne.
Gultan Kişanak ku nêzî 7 sal in girtî ye, di hevpeyvînekê de ragihand ku Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê destûr nedaye wê ku ji bo kampanyaya hilbijartinê wêneyekî bigre û bişîne derve.
Namzeda DEM Partiyê ya Şaredariya Enqereyê Gultan Kişanak daye xuyakirin ku girtîgehê bi hinceta ku Wezareta Dadê destûrê nade nehiştiye wêneyekî bo kampanyaya hilbijartinê ji girtîgehê bigire û bişîne derve.
Kişyanak wiha gotiye: “Wezareta Dadê destûr neda ku ez di çarçovaya xebatên hilbijartinê de wêneyekî bikişînim û bişînim derve.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin