Semsûr | Destûr nedan 135 masîneyên ji Kurdistanê hatine dest bi xebatên rizgarkirinê bikin

12 February 2023 16:21 0 dîtin
Semsûr | Destûr nedan 135 masîneyên ji Kurdistanê hatine dest bi xebatên rizgarkirinê bikin

PeyamaKurd – Maşîneyên kar ên ji ser Duhokê ve 3 roj in ji bo beşdarî xebatên rizgarkirinê û rakirina kavilên avahiyan bibin, gihîştine bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê, hatine rawestandin û nikarin dest bi xebatê bikin.

Li ser medya civakî ji nav bajarê Semsûrê hat belavkirin ku ji ber erdhejê piraniya avahiyan hilweşiyane û bi gelekî zehmetî xebat dewam dikin, lê bi qasî 135 maşîneyên ji aliyê Herêma Kurdistanê ve bi hevkariya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) hatine şandin, destûr nayê dayîn dest bi xebatên rizgarkirinê bikin.

Gelek kesan ji Semsûrê belav kiriye û ji rayedaran daxwaz dikin bilez ew maşîneyên kar dest bi xebatan bikin.

Hatiye diyarkirin ku rayedaran ji tîma ji Herêma Kurdistanê ji bo hevkarî û xebatê çûye re gotine, wê tenê AFAD xebatê bike û hûnê jî piştre paqijiya enqazan bikin.