Partiya Tirkmen: Dive mafê destûrî yê Herêma Kurdistanê bê parastin
PeyamaKurd - Partiya Reformê ya Tirkman (TRP) ragihand ku ew ê piştgiriyê bidin hemû hewldanên parastina statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê.
Di daxuyaniya TRPê de hat ragihandin ku parastina statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê erka neteweyî ya her kesî ye û hate gotin ku "Nakokî çiqas mezin bin jî, divê em rê nedin ku bandorê li helwesta Herêma Kurdistanê bikin."
Di daxuyaniya ku ji bo pêşîlêgirtina her hewleke lawazkirina Herêma Kurdistanê, pêwîstiya hevkarî, hemahengî û yekdengiya hemû aliyên siyasî ya ji bo parastina Herêma Kurdistanê hatiye destnîşankirin de wiha hate gotin: “Armanca TRPê parastina statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê ye. Divê di dema herî nêz de hilbijartinên parlementoyê bêne kirin û pirsgirêkên darayî yên welatiyên Kurd bêne çareserkirin."
Di daxuyaniyê de herwiha tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku nabe dest ji mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bê berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin