Polîsê Swêdê destûr neda ku li ber Balyozxaneya Iraqê Quran bê bisewitandin

16 February 2023 19:54 0 dîtin
Polîsê Swêdê destûr neda ku li ber Balyozxaneya Iraqê Quran bê bisewitandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî Rasmus Paludanê ku li ber Balyozxaneya Tirkiye ya Stockholmê Quran şewitandibû rastî bertekên tund hatibû, kesekî din serî li saziyên fermî daye ku vê carê li ber Balyozxaneya Iraqê ya Stockholmê Quranê bişewitîne.

Polîsê Stockholmê ragihandiye ku wan destûr nedaye wî kesê ku xwestiye li ber Balyozxaneya Iraqê Quranê bişewitîne, lê wan destûr nedaye.

Di daxuyaniya Polîsê Stockholmê de hat gotin: “Di demên dawî de bûyerên şewitandina Quranê zêde bûne û heger li ber çavan bê girtin ku wê demên pêş zêdetir jî bibin, ji bo demkî hatiye nirxandin ku wê zirarê bidin berjwendiyên Swêdê û ji ber vê jî ew biryar hatiye wergirtin.”