Polîsên Tirkiyê destûr nedan Baroya Diyarbekirê kongreya xwe li dar bixe
PeyamaKurd – Polîsên Tirkiyê, bi hêceta Koronayê destûr nedan Baroya Diyarbekirê kongreya xwe ya 47emîn li dar bixe û kongre asteng kir. Serokê Baroyê Cîhan Aydin têkildarî astengiyê got: “Ji rastiyan ditirsin.”
Baroya Diyarbekirê xwest kongreya asayî ya 47emîn li Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Diyarbekirê li dar bixe. Parêzerên çûn kongreyê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan astengkirina kongreyê bi biryara Wezareta Karên Navxweyî pêk anîn. Li ser vê yekê Serokê Baroya Diyarbekirê Cîhan Aydin û gelek parêzerên kom bûn li ber Navenda Çandê daxuyanî dan û astengkirin şermezar kirin.
Parêzeran beriya daxuyaniyê ji bo qurbaniyên di Komkujiya Gara Enqereyê de can dan rêz girtin û bibîr anîn.
Piştî astengkirinê Cîhan Aydin axivî û bertek nîşanî taloqkirina kongreyên baroyan da û got: “Komek dixwaze tevdîrên Koronayê hin bêtir ji bo otorîterbûnê bi kar bîne. Hêceta wan jî Korona ye. Di hedefa vê otorîteriyê de baro hene. Dixwazin bi yasaya pirbaroyê parêzeran parçe û bêbandor bikin. Lê hesabê wan negirt. Çimkî parêzer û baro ji bo berjwendiyê na ji bo demokrasî, hiqûq û edaletê têdikoşin. Kongreyên partiyên siyasî, sendîkayan, koperatîfan serbest e. Lê kongreyên baroyan qedexe dikin. Çimkî baro û parêzer li dijî xerabiyê başiyê, li dijî otorîteriyê demokrasiyê û li dijî feqîriyê û birçîbûnê edaleta dahatê dixwazin. Li dijî her cînayetên jinan azadî û ewlehiyê tercîh dikin. Li dijî şer aştiyê dixwazin. Ji ber em îradeya gel diparêzin me dixin hedefa xwe. Çimkî ji rastiyan ditirsin. Lê bila viya baş dizanibin wê parêzer nebin koleyên efendiyan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin