Ebadî: Divê em destûrê nedin destwerdana Tirkiyê

27 March 2024 12:07 0 dîtin
Ebadî: Divê em destûrê nedin destwerdana Tirkiyê

PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Iraqê û Serokê Koalîsyona Nasir Heyder Ebadî di rûniştina bi navê "Hêzên Siyasî yên Navendî: Xwendina Siyasî" ya ku ji aliyê Navenda Lêkolînê ya Rafîdeyn ve hat lidarxistin de axivî.

Heyder Ebadî amaje bi nakokiyên navbera Tirkiye û PKKê yên li Herêma Kurdistanê jî kir û got, nabe em rê bidin Tirkiyê di şerê li dijî PKKê de destêwerdanê di karûbarên navxweyî yên Iraqê de bike.

Ebadî bal kişande ser wê yekê ku gelek bîr û rayên li Iraqê ji meylên populîst ên li derveyî çarçoweya mantiqa aqilane derdikevin û got: "Pêwîst e bi gel re rastgo bin, berjewendiya gel jî pêwîstiya me bi aliyên siyasî yên cuda dike. Destûr nayê dayîn ku em xwe ji civakê qut bikin."

Heyder Ebadî bi bîr xist ku di navbera Bexda û Hewlêrê de sînorên destûrî hene û got, “Herêma Kurdistanê tiştê ku jê re ye dixwaze, lê Bexda daxwaza xwe nade. Kesên ku li Herêma Kurdistanê dijîn welatiyên Iraqê ne û divê em mafên wan bidin. Dema ku ez serokwezîr bûm, min hemû mûçeyên herêmê û Pêşmerge jî di nav de, dida.