Bolton: Divê em destûrê nedin têkiliyên me û Tirkiyê xera bibin

11 January 2019 19:33 0 dîtin
Bolton: Divê em destûrê nedin têkiliyên me û Tirkiyê xera bibin

PeyamaKurd – Şêwirmendê Asayîşa Netewî yê Amerîkayê John Bolton ragihand ku dê hevdîtinên leşkerî yên di navbera Amerîka û Tirkiyê de hefteya pêşiya me berdewam bikin.

Bolton got, “Gelekî girîng û xesas e ku em destûrê nedin li ser rewşa Sûriyê têkiliyên me û Tirkiyê xirab bibin.”

John Bolton ji bo gotûbêjkirina vekişîna Amerîkayê, rewşa Sûriye û parastina Kurdên Rojavayê Kurdistanê serdana Tirkiyê kiribû û bi Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin re civiyabû.

Herwiha ji ber gotinên wî yên derbarê misogerkirina parastina Kurdên Sûriyê de, li Tirkiyê ji bo wî bertekên tund hatibûn nîşandan.