Polîsên Tirkiyê rê nedan Dayikên Semiyê çalakiya hefteya 900emîn li dar bixin

25 June 2022 15:58 0 dîtin
Polîsên Tirkiyê rê nedan Dayikên Semiyê çalakiya hefteya 900emîn li dar bixin

PeyamaKurd – Polîsên Tirkiyê rê nedan Dayikên Şemiyê çalakiya ji bo aqûbeta wendayan û cezakirina kujeran a hefteya 900emîn, li Qada Galatasarayê pêk bînin.

Çalakiya Dayikên Şemiyê ji aliyê polîsan hat astengkirin û polîsan êrîşî çalakiyê kir û gelek kes desteser kirin. 

Hevserokên Giştî yên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan, Parlamenterên HDPê Zuleyha Gulum, Zeynel Ozen, Parlamenterê CHPê Alî Şeker, Parlamenterê TÎPê Ahmet Şik û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. 

Herwiha hat ragihandin ku Hevserokên Giştî yên IHDê Eren Keskin û Ozturk Turkdogan jî di nav de gelek hatin desteserkirin.