Polîsên Tirkiyê 120 koçber desteser kirin

03 September 2022 15:56 0 dîtin
Polîsên Tirkiyê 120 koçber desteser kirin

PeyamaKurd – Polîsên Tirkiyê li sê navçeyên parêzgeha Stenbolê girtin ser 12 navnîşanan û di encamê de 120 koçber desteser kirin.

Li gor zanyariyan, di çarçoveya rûbirûbûna koçberan de tîmên Rêveberiya Şaxa Deriyên Sînorî û Têkoşîna Dij-Qaçaxçîtiya Koçberan li parêzgeha Stenbolê li ser kar û xebatên diyarkirina cihên koçberan berdewam in.

Hat ragihandin ku di navbera 31ê Tebaxê û 2ê Îlonê de li navçeyên Esenyurt, Esenler û Kuçukçekmece yên parêzgeha Stenbolê, polîsan girtin ser 12 navnîşanan û di encamê de 70 koçberên Sûriyê, 42 yên Fasê, 4 ên Afxanistanê, 3 koçber jî ên Cezayirê û yek jî yê Pakistanê bi giştî 120 koçber hatine desteserkirin.

Herwiha hat zanîn di derbarê 6 kesên ku koçber hewandine jî 308 hezar û 880 cezayê pereyan hatiye dayîn û ji bo dersînorkirina wan koçberan karûbarê yasayî hatiye destpêkirin.