Li 3 bajarên Tirkiyê 230 koçber hatin desteserkirin
PeyamaKurd - Di nav 24 demjimêrên dawî de, 230 koçberên ku xwestin ji bajarên rojavayê Tirkiyê derbasî welatên Ewropa bibin hatin binçavkirin.
Hêzên ewlekariya beravên Tirkiyeyê, bi armanca rêgirriya li koçberiya neyasayî, operasyon pêk anî.
Hate ragihandin, li Mugla, Balîkesir û Edîrneyê bi giştî 230 koçberên neyasayî hatin binçavkirin.
Koçberên hatine desteserkirin, piştî lêpirsînan bi armanca vegerandinê radestî îdareya koç û koçberan hatin kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin