16 bajarên Tirkiyê ji îqameyên koçberên Sûriyê re hatin girtin
PeyamaKurd – Li Tirkiyê di çarçoveya plana kêmkirina şêniyên bajaran de, 16 bajarên Tirkiyê ji koçberan re hatin girtin ku nikarin li wan bajar û deveran bicih bibin.
Daîreya Koç û Koçberan a Wezareta Navxwe ya Tirkiyê piştî bûyerên li navçeya Altintag a Enqerê ku çend mehên borî rû dabûn, ragihandibû ku ji bo pêşîgirtina kombûna zêde ya biyaniyan li hin deveran wan xebatek daye destpêkirin.
Hurgiliyên wê projeyê hatin belavkirin ku li gorî planê 16 bajar, 800 tax û navçeyên Stenbolê yên Esenyurt û Fatîhê ji penaberên biyanî re bi taybet jî ji yên Sûrîyê re hatin girtin.
Projeya navborî ji bo demografiya Tirkiyê ji ber zêdebûn û kombûna koçberên biyanî li hin deveran neyê guhertin hatiye amadekirin û li gorî wê projeyê tomarkiran îqameyên koçberan li wan bajar û deverên hatine diyarkirin tê qedexekirin.
16 bajarên ji tomarkirina îqameyên koçberan re hatine girtin wiha ne: Enqere, Antalya, Aydin, Bursa, Çanakkale, Duzce, Hatay, Stenbol, İzmir, Kirklareli, Kocaeli, Mugla, Sakarya, Tekirdag û Yalova ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin