Li Tirkiyê 11 koçberên Sûriyê ji ber wêne û vîdyoyên 'muzxwarinê' hatin binçavkirin
PeyamaKurd – Li Tirkiyê 11 koçberên Sûriyê ji ber ku bi hinceta provokasyonê muz xwarine û wêne û vidyoyên xwe li ser medya civakî belav kirine hatin binçavkirin û tê xwestin ku werin dersînorkirin.
Hat ragihandin ku 11 koçber ji aliyên polîsên Stenbolê li navçeyên Arnavutkoy, Gungoren, Bakirkoy, Esenyurt, Bahçelievler, Esenler, Bagcglar û Sultangazi hatine binçavkirin û 2 kesên biryara binçavkirinê li ser wan heye çûne Holandayê û 7 koçberên din jî tevî ku li Stenbolê bûne îqameya wan li bajarên din bûye.
Piştî ku li Tirkiyê di pevçûneke di navbera hemwelatiyên Tirkiyê û koçberên Sûrî de li ser xwarin û nexwarina mûzan çend roj berê derketibû.
Koçberên Sûrî jî li ser medya civakî dest bi kampanya xwarina mûzan kiribûn û wêneyên xwe belav kiribûn.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê doh ragihand ku belavkirina vîdyoyên mûzxwarinê li ser medya civakî fitne ye û ragihandibû, 7 ciwanên beşdarî kampanyayê bûne hatine girtin û derengiya şevê ji bo wan vegerînin Sûriyê, radestî rêveberiya giştî a koçberan hatine kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin