Ji Tirkiyê biryara Cejna Remezanê bo koçberên Sûriyê: Destûr nayê dayîn!
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Tirkiye ji bo Cejna Remezanê destûra taybet nade welatiyên Sûriyê yên li Tirkiyê bicih bûne ku serdana xizmên xwe yên li Sûriyê bikin.
Serokê Îdareya Koç û Koçberan a Tirkiyê Savaş Unlu da xuyakirin, wan derbarê koçberên Sûrî ên li Tirkiyê de biryarek nû wergirtiye û di çarçoveya wê biryarê de mohleta taybet a cejnê ji bo koçberên Sûrî nayê dayîn ku serdana welatê xwe bikin û careke din vegerin nav Tirkiyê.
Savaş Unlu ji medya Tirk re gotiye: “Ew koçberên ku ji sala borî û şûnde çûne Sûriyê, tenê ji bo mohleta cejnê çûne û cardin hatine, ji ber ku me jî ev helwesta wan dît me ji niha şûnde biryarek wergirt ku em êdî mohletê nedin çûn û hatina bi vî rengî a taybet ji bo cejnê.”
Unlu daye zanîn, li seranserî Tirkiyê 3 milyon û 762 hezar û 385 koçberên Sûrî hene û mafê hemwelatîbûnê bo 200 hezar kesan hatiye dayîn ku 114 hezar kes ji wan di ser temenê 18 saliyê de ne.
Herwiha Unlu gotiye, heta niha 495 hezar û 600 koçberên Sûrî vegeriyane welatê xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin