Li Tirkiyê bîlançoya Cejna Remezanê: Bi dehan mirî û bi sedan birîndar

04 June 2019 12:36 0 dîtin
Li Tirkiyê bîlançoya Cejna Remezanê: Bi dehan mirî û bi sedan birîndar

PeyamaKurd - Li Tirkiyê di nav sê rojên destpêkê yên Cejna Remezanê de bi dehan bûyerên tirafîkê qewimîn û di encamê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Tirkiye yek ji wan welatan e ku her sal bi hezaran kes di bûyerên trafîkê de dimirin û birîndar dibin, bi taybet di rojên betlaneyê de.

Li gorî medyaya Tirkiyê, di heyama sê rojên destpêkê yên Cejna Remezanê de herî kêm 83 bûyerên tirafîkê qewimîn. Li gorî agahiyan, di encama wan rûdanan de herî kêm 32 kes mirin û 233 kes jî birîndar bûn.

Betlaneya Cejna Remezanê li Tirkiyê, roja 1 Hezîranê dest pê kiriye û roja 6 mehê jî bidawî dibe.